Kurmes Dernegi Resmi Web Sitesi

Mirineke bêwext

Çend rojên din 9 ê Îlonê ye û bila beşek ji gotin û karê me jî bibîranîna Yilmaz Guney be. 

Di nav me Kurdan de gotina ‘mirina bêwext’ heye.  Mirina, ji nifşekê de, kes ne li bende. Bê ku bêje ez hatim, bê birhan, nîşan, îşaret û ji xafil de...
Berî temen bistewe, kevrê xitmê deyne, dil lêdanên xwe, dewra xwe dagire, por sipî bibe, diran bikevin, çav qels bibin; ji xafil de di temenekî ciwan û berhemdar de, hê beden terr û enerjîk, bigre ser mirov, rê li mirov teng bike, dinyayê li mirov bike tara bêjingê û kerê mirov di korê mirov re derxe…
Wek xafilqedayekê ji bin lingên mirov bipeke, hişk bi mirov bigre, bibe zîro û mirov bernede, heta tu çavên xwe bigrî û vekî çira te vemrîne, rohniya te bikuje, pelên dara te bîne xwar, berba û berhewa bike û noqî nav nexwiyayîyeke ku hê heta îro kes jê nehatiye, kî bûbe rêwiyê wur mabe li wur û çûn ew çûn be.
Bi rengekî wuha ku yên eleqeder jî xerqî nav şîn û heznê bike, heyirî û matmayî bihêle, belkî di rewşa helî li ser xwe de“ lahewlayekê“ bi wan bide gotin…
Mirina Yilmaz Guney jî mirineke ji vî celebê ‘mirina bêwext’ e.
Yilmaz Guney, Ii Parîsê li Fransa dûr ji welatê xwe, di 47 saliya xwe de serê xwe danî. Destpêka wan salan, ango sala ji dayikbûna wî sala 1937’an e.
Temen û jiyana wî, di nav salên 1937 û 1984’an de bi cîh dibe. 
Di salên nav van herdû çar reqeman de, Yilmaz Guney, çavên xwe li xerîbiya Edenê, li gundê Yenice, wek kurê dê û bavekî xedirlêbûyî, heçîşikestî, kuçqulupî û Xwedê li wan xistî; yek ji xezanên Siwêrekê û yê din xwêniyê Mûşê, çavên xwe vedike. 

Rêwiyê riya meşaqetê

Di temenekî biçûk de ji aliyê bavê sêwî dimîne û riya bi meşaqet, ketin û rabûn, tije dijwarî; qiriktehlî, kezebreşî ji her awurê, ji nelibariyan barkirî, di coxrafyake fireh de, ji herêma Çukûrova ber bi Tirkiyeyê, Kurdistan û cîhanê de dest pê dike.
Çîroka Yilmaz Putunê ji ber nivîsandina çîrokekê, bi salan mehkeme dibe, dikeve zîndanê, di temenekî ne mezin de surgunan nas dike, têkiliyên bi sînemê re, zewacên bi artîstên mina Nebahat Çehre, xanimên ji malbatên navdar mina Fatoş re, ber û berhemên van zewacan, salên qebedaytiyê, qonaxên berî û piştî 68’an, navdariya salên 70’î, bi dehan hevpeyvîn ji vê kovarê û kovara din, salên zîndanê, romana ‘Mirina Bi stûxwarî’, Salpa û Hwd. Reva ji zîndanê, bicîhbûna li Parîsê, cîhgirtina di nav damezrênerên Enstîtûya Kurdî de, hevpeyvînên bi Mahmût Baksî û sohbetên bi Cegerxwîn re, xelatgîriya Cannesê û hwd. Çend serekxelek in ji vê jiyana ne dirêj belê mişt û întenzîv.
Yilmaz Guney di jiyana xwe de nebû hevalbendê derewîn, dirûzin û mizawiran. Pesnê zalim û despotan neda, ji wan re li çepikan nexist, ‘mafê Kurdan heq e’ got û ev jî têr û bes bûn ji bo ku dewlet çavreşiyê bavêjiyê, diranan lê bisû, lê biqiriçîne û roja derbê lê bîne avê lê venexwe.
Di demeke wuha de ku temenê weset li hin welatên mina Siwêdê li dora 80’ê ye, 47 sal jiyan, hindik û kurt e. Heger ev jiyan û temen jî yên mirovekî mina Yilmaz Guney biber be. Bêgoman e, heger Yilmaz Guney ne 47, belê 80 sal temen kiriba, ango 33 salên din jiyaba dê ji bo me Kurdan û ji bo gelên Rojhilata Navîn bûbûya dan û îmkaneke hunermendî.

Zû xwe nas kir
Di wext û temenekî kurt de, hêvîtijî û projebarkirî de, koçberiya hunermendê me, êşa dilan mestir kir û zerera gihande me çendqattir kir. Yilmaz Guney zû mir, belê li dû xwe helwest û dîtinek sînemayî, rewşenbîrî û hunermendî hişt. Gelê Kurd pirr kesên navdar û şareza derxistine. Di nav hêja û xwiyayên me de serok, dîrokzan, nivîskar, sînemakar û serleşkerên mezin hene. Navdar û şarezayên me heyfe ku pirr caran ji yên me zêdetir bûne yên deshelatdar û dagîrkerên welatê me.
Eslê xwe, netewê xwe û ax û ava xwe înkar kirine, yan jî dereng bi xwe hesiyane, dereng xwe naskirine.  Hin li surgunan, hin mina Cemal Sureya berî mirinê, ne bi gelekî, hinek jî piştî tevgera rizgarîxwazî xwurt û bihêzbû, hê nû li xwe varqilîne, “Em Kurd in” gotine.
Yilmaz Guney jî zû xwe nasnekir. Piştî xwe naskir jî mirina malxerab mefer û derfet nedayê bi nasname û zanava xwe ya rasteqîne şa bibe.
Salên dawî di kenal û televizyonên dewleta Tirk de li ser jiyan û sînemakariya Yilmaz Guney bernameyên belgeyî têne amadkirin û pêşkêşkirin.
Dewlet û berdevkên dewletê heta kesayetiyên mina Yilmaz Guney, Ahmet Kaya, Nazim Hikmet û hwd. sax in, dijîn, li ser kar û hemd û hêlên xwe ne, nahêle çavên xwe vekin.

Hesreta welat dibê êşa giran 
Ji bo yeka wan nebe dudo tişt namîne û nake, wan davêje zîndanan, dikuje, surgun û naçarê penaberî û jiyana li xerîbistanê dike, li jidayikbûna wan,wan poşman û kezebreşî dike, dugvêşe, têhn û rewê di canê wan de nahêle, welatîtiya wan ji wan distîne, ji hezkirî û dildarê wan diqetîne, bi êşa zirav û kanserê dixe. Û piştre jî piştî di ser mirina wan re sal derbas dibin dewlet û deshelatdarên jiyan li Yilmaz Guney kirin zîndan û  qatilê 20 hezar qatilên kujerên wan nediyar Yilmaz Guney, wuha mîna di programên salên dawî de, mina ku dibêjin “qûna xwe dişo, li ser pûngê datîne, ne bi min û ne bi te “, xwe ji wan re dike bav û xwedî.
Wexta sax in naxwaze û nahêle kes bi wan re têkiliyan deyne, di dema kuştinan de jî kes rahêje cenazê wan, li ser gora wan fatîheyekê jî bixwîne. Ewqas bêperwa, bê pîvan, sînornasnekir, bêwîjdan û dilkevir e.
Dema di vê siyaseta xwe de bi sernakeve, dibîne ku ji bîra nabin, nav û navdariya wan dimîne û ev navdarî di sînorên welatekî û çend welatan de hilnaye, îca siyaseta xwe dughere dewlet û vê prestîja heye ji bo îdeolojiya xwe bikartîne.
Ji ber ku însan hene ku hêza hew jê mestir jî wan nikare bide jibîrakirin. Ew di mêjî, dil û cîhana bi milyonan de, di kûraya hafiza koletif de dijîn, cihê wan di vê xezna neteweyî de saxlem û pihêt e, pişta xwe dide salan, hejmarek cîl û nifş dide ber xwe.

Xeyalên wan îro pêk tên 
Dewleta Tirk çendî hewil da û çendî li vir û li dera han ket, nikarîbû Yilmaz Guney dehfî nav derya û bîra jibîrabûnê bike, deriyê vê derya û bîrê li ser bigre, mohir û şeqlên xwe lê bixe. Ev jê nehat, bi dest ve  hilnehat, ji re neçû serî û bi serneket.
Tevgera rizgarîxwazî û asta Kurdan ya îro, derece û nisbeta hişyarî û organîzebûyîna Kurdan, wek her alî di vê eniyê de jî rê li dewletê teng kiriye û ew yekdestî û monopolê çi bixwaze bike û jê re biserife, ji dest girtiye.
Îro Cîl û nifşekî bi berpirsiyarî heye. Ev cîlê siyasî, bîrbir, neteweyî û Kurdistanî ye. Li qenc û başên xwe xwedîtiyê dike, wan bi nav destan de bernade. Xwe li himber siberojê, zaro û dûndên xwe binbar dibîne û di nav hewla avakirina kultur û mîraseke bixêr de ye ku sibe herkes pê serbilind û enîvekirî be.
Di encamê de, biwext yan bêwext, mirin heye. Madem wuha ye, ya rast ew e ku çendî ji dest mirov bê, mirov salên xwe tije, bikêr, bi hedef û armanc, wek mirovekî/e dozê, di rêyeke baş û însanî de, li xêra derûdor, gel û welatê xwe, herêm û cîhanê bijî û hez ji jiyanê bike.
Apê Mûsa Anter di rojên me Rojnameya Welat, hejmarên ewil derdixistin, çi gava piştî rojname ji çapxanê derdiket û min çend nusxe jê re dibirin Kartal-Maltepe ev ji min re digot: “Lawo ez dive emrê xwe dirêjtir bikim. Heger 5 mabin bikim 10, 10 mabin bikim 20”. dema min dipirsî çawa, bersiva wî wuha bû: „Bi xebata zêde ez dê temenê xwe dirêjtir bikim.“
Bi hêviya ku em dê di semînara roja mirina Yilmaz Guney, 9’ê mehê, saet di 15:00’an de li Komela Kolnê hev bibînin û çendalîtir behsa Yilmaz Guney bikin...  

 

MÎRHEM YÎGÎT