Kurmes Dernegi Resmi Web Sitesi

Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî

Kurdan ev demeke rêze çalakiyên ji bo zimanê dayikê dane destpêkirin û bi rê ve dibin, destpêka vê hezar sala em têde bi hezaran xwendekarên Kurd pêşengiya tevgereke bi vî rengî kirin. Bi kampanya Zimanê Me Rûmeta Me Ye vê tevgerê dewam kir û îro perwerdeya bi zimanê dayikê ji bo aştiyeke bi rûmet yek ji şertên bivênevê ye ji bo Kurdan. Bi rasthatina Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî, mirov dikare bi rastî jî serê xwe bêhtir bi vê mijarê biêşîne. 21'ê Sibatê ji aliyê Rêxistina Perwerde, Zanist û Çandê ya Neteweyên Yekbûyî ve sala 1999'an weke Roja Zimanê Dayikê ya Navneteweyî hat qebûlkirin* û hersal jî mijareke wê ya sereke heye. Mijara vê rojê ya sereke îsal hêja ye, lewra daxwaza sereke ya Kurdan di çarçoveya çareseriyeke aştiyane de bi vê babatê re bi tevahî li hev dike, û Kurd dikarin heryekî hem li aliyê xwe û hem jî rêxistinkirî di çarçoveya vê mijarê de daxwazên xwe yên rewa di qada navneteweyî de bidin bihîstin: Fêrkirina zimanê dayikê û perwerdeya bi zimanê dayikê.
Zimanê Kurdî tevî zaravayên xwe yek ji zimanên ku mirov herî zêde pê dipeyivin e li cîhanê. Lewra mirov texmîna herî kêm jî weke rastî qebûl bike, Kurdî di warê hejmara axaftvanên xwe de dibe zimanê çilemîn ê cîhanê (Hassanpour 2000: 33). Texmînên der barê hejmara Kurdan de îro di navbera sîh û pêncîh milyonî de diguherin. Kurdî yek ji zimanên Hindo-Ewrûpî ye (kom û malbata herî mezin a zimanan li dinyayê), di nava vê komê de Kurdî bi şaxê Îndo-Arî dadikeve, di nava wê komê de jî xwe bi şaxê Arî berdide, di nava zimanê Arî (Îranî) de yek ji zimanên rojava ye, û weke zimanê sereke yê zimanê Arî yên Bakurrojava tê qebûlkirin (binêre li Diyagram A). Ji bilî erdên Kurdistanê, Kurdî (nexasim Kurdmancî) li derveyî Kurdistanê ji aliyê milyonan kesî ve tê axaftin, li Xorasanê, li Anatolyaya navîn û heta herêma Derya Reş komên mezin ên Kurdîaxêv bi sedan salan bi cih bûne û zimanê xwe paraztine(Binêre li Nexşe B1). Kurdî di warê zarava û devokan de yek ji zimanên herî dewlemend ê cîhanê ye ku pirrengî û pirrdengiya xwe paraztiye. Zaravayê herî belav di nava Kurdan de Kurmancî ye ku li gorî texmînan ji sedî 60ê Kurdan pê diaxivin, paşê jî Kurdî (îro bêhtir bi navê Soranî tê nasîn, navê Kurmanciya jêrîn jî her diçe bêhtir tê bikaranîn) ji aliyê qederê ji sedî bîstûpêncê Kurdan vê tê bikaranîn, zaravaya (nîqaş li ser vê yekê hene gelo divê mirov behsa zimanên Kurdî bike, yan zaravayên wê) din a xwedî hejmareke pirr girîng a axaftvanan jî Dimilkî (jêre herweha Zazakî, Kirmanckî jî tê gotin) – Goranî ye (qederê ji sedî dehê axaftvanên Kurdî), axaftvanên Kurdî yên mayîn jî zaravayên başûr (Lekî zaravaya herî zêde xwedî axaftvan e di nava vê koma zaravayan de) ên Kurdî weke zimanê xwe yê dayikê bi kar tînîn (Binêre li Nexşe B2).

Tehlûkeya aşê asîmilasyonê
Baş e, weke yek ji zimanên herî zêde xwedî axaftvan û yek ji zimanên herî kevnar ên mirovatiyê rewşa Kurdî çi ye? Ji bo vê yekê em pêşî der heqê girîngiya zimanê Kurdî de kumê xwe deynin ber xwe û biponijin. Girîngiya zimanê dayikê ne tiştek e ku mirov nû pê dihisin. Weke mînak hê di tekstên bi Sanskrîtî nivîsandî yên bi navê Rîg Veda bi xwe de weha dinivîse: Divê mirov ji welatê xwe, çanda xwe û zimanê xwe yê dayikê re rêzê bigire lewra ew bexteweriyê diyarî mirovan dikin. Belê deqên pîroz ên hindî gotina xwe bi hêsanî dibêjin, xwedê dizane, mirovên serdema van deqan qet bîr nedibirin ku zimanê dayikê yên mirovan werin qedexekirin û heta tinekirin. Piştî bi sedsalan pratîka qirrkirina çand û zimanan hê nû ev çend deh sal in ku mirov bi vê rastiyê bi rengekî esasî gihiştine û li tehlûkeya vî aşê asîmîlasyonê serwext dibin. Di çarçoveye têkiliya di navbera qirkirin û tinekirina zimanê zikmakî de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di parêznameyên xwe de dibêje “civakekê zimanê xwe yê dayikê çiqasî bi pêş xistibe, ew asta xwe ya jiyanê jî ewqasî bi pêş dixe. Dîsa çiqasî di pêvajoya jidestdana zimanê xwe de be, û pêre rûbirû mabe ku bikeve bin serwerî û hegemanyaya zimanên din de, ewqasî bûye mêtingeh, tûşî asîmîlasyonê û dûçarî qirkirinê hatiye.” 
Ji bo çi girîng e mirov vê yekê fêm bike? Lewra heta ku mirov li vê yekê serwext nebin bi hovîtî û xeddariya asîmîlasyonkeran nahise, bi girîngiya tişta ji dest dide û trawmaya wê jî nahise. Beriya deh salekê zimanzanê emerîkî yê li Elmanyayê dersan dide Geofrey Haig beriya ku behsa siyasetên li dijî zimanê Kurdî bike digot “ji bo ku zimanek demdirêj zindî bimîne yek ji hêmanên herî diyarker dersdana li dibistanan a bi vî zimanî ye”. Haig ev tesbîta xwe bi armanceke pirr diyar dikir, lewra di roja me ya îro de ku dibistanên dewletê ferz in û di bipêşdebirina hizr û fikrê de bi roleke sereke radibin, mirov nikare zimanekî weke zimanê dayikê li ser xwe bigire û biparêze. Ango heke mirov pêşiyê li perwerdeya bi vî zimanî li dibistanan bigire, mirov bi rengekî xwediyê biryara kuştina vî zimanî ye. 
Nebêjin zimanek çawa tê kuştin, lewma ji mirina xwezayî ya zimanan bêhtir ya îro li dinyayê diqewime kuştina zimanan e. Zanaya sosyo-lînguîstikê ku di çarçoveya huqûqa navneteweyî de li ser mijarê serê xwe pirr diêşîne Tove Skutnabb-Kangas di çarçoveya nirxandinên xwe yên li ser rewşa zimanê Kurdî de pêşî behsa kuştina zimên kir, paşê lê hayil bû ku ya diqewime ji kuştina zimanekî û wê de di çarçoveya huqûqa navneteweyî de qirkirinek e. Bi vê tesbîtê re di nava cîhana zanistî de û herweha di nav cîhana huqûqê de peyvên Lingusîd û Genosîda Linguîstîk (herdu jî bi maneya qirkirina zimanî) derketin pêş. Zimanzanê Kurd Amîr Hassanpour bi xwe bêdengiya li hemberî Lîngusîda li dijî Kurdî yan jî zimanekî din ne weke bêalîbûnê dinirxand, çi ya siyasetvanan û çi jî zana û pisporan be, wî ev bêdengî weke helwesteke siyasî ya ku destekê dide qirkirina zimanekî, dinirxand.

Dîrokçeyeke qirkirinê

Mirov dikare dîroka qirkirina zimanê Kurdî li komara Tirkiyeyê li vir weke mînak nîşan bide. Li Tirkiyeyê qirkirina zimanê Kurdî di nava pêvajoyeke sê gavî de meşiya. Gava pêşî piştî mohrkirina peymana Lozanê (1923) dest pê dike, ku pê damezrênerên komarê tevahiya milletên ne Tirk yan jî ne Tirkîaxêv tine dihesibînin. Ji ber ku armanc damezrandina neteweyeke yekreng û yekziman bû, di çarçoveya vê gavê de Kurdîaxêv bi awayekî fizîkî jî hatin qirkirin (bi tepisandina serhildana Şêx Seîd -1925- dest pê dike û hema hema bê navber heta bi qirkirina Kurdên Dêrsimê dewam dike -1938-). Gava duyem a vê siyasetê tine-hesibandin yan jî Tirk-hesibandina Kurdan û zimanê wan bû ku bi rengên pirr sosret û sosirmet heta bi destpêka salên 1990î dewam kir. Piştî hingî qedexeyên bêmane û bêtesîr ên li ser axaftina Kurdî di qada şexsî û malbatî de hêdî hêdî hatin rakirin. Lê heta îro jî bi piçûkdîtinê (zimanekî ji 300 gotinan pêk tê, zimanekî paşva mayî û hwd.) hewl tê dayîn pêşî li Kurdî were girtin ku bibe zimanê perwerdeyê. Lewra ev gava sêyemîn a vê siyaseta qirkirina zimanê Kurdî ya ku dewleta Tirk hê jî bi israr dimeşîne baş tê gihiştiye ku ew ê karibe Kurdî bikuje, heke Kurdî nebe zimanê perwerdeyê. Mirov divê daxuyaniyên alîkarê serokwezîrê Tirk Bulent Arinç jî di vê çarçoveyê de binirxîne ku bi awayekê bêedeb û bêşerm got, Kurdî ne zimanê şaristaniyê ye.


LUQMAN GULDIVÊ / Rojnamevan û lêkolîner, pispor e li ser mijara wêjaya devkî ya Kurdan