Kurmes Dernegi Resmi Web Sitesi

Bakûrê Kurdistanê di bin berfê de ma

 Ji ber sedema barîna berfa zêde û pûkê ya pêncrojên dawî, li Wan, Bedlîs, Agirî, Erzirom, Çewlik, Mûş, Colemêrg û Dêrsimê rêyên nêzî 2 hezar gund û mezrayan hate girtin. Li hinek bajaran navber dan dibistanan.

Li Bakûrê Kurdistanê ji ber sedema barîn berfa zêde û pûkê rêya bi sedan gundan hate girtin. Li Wanê rêya 218 gundên ku girtîbû di encama xebata çar rojan de rêya 162 gunda hate vekirin, lê hêjan rêya 56 gundan girtiye.
Xebatên rêvekirinê 80 makîneyên kar û 15 yekîneyên mudaxeleyê dikin, rêya Wan-Miksê ji ber sedema berfê hêjan girtiye. Hate ragihandin ku, li herêmên çiyayî car carna stûrahiya berfê digehe 2 metreyî
Li Bedlîsê ji ber sedema berfê rêya 55 gundan hatiye girtin, hate ragihandin ku, stûrahiya berfê li navenda bajar gihaye 65 û li herêma çiyayî jî gihaye 75 santîmetreyî.
Hate hînbûn ku, li Mûşê ku berf lê bibandore rêya 53 gundan hêjan girtiye.
 
Li Colemêrgê jî ji ber sedema berfa zêde û pûkê du rojan navber dan dibistanên seretayî û amadeyî, her wiha rêya 132 gund û 375 mezrayan jî girtiye. Hate hînbûn ku ji ber berfa zêde ya li Colemêrgê rêya 15 taxan hatiye girtin û 7 yekîneyên ji 25 kesan pêktên yên şaredariyê xebata rêvekirinê didomînin. Hate ragihandin ku, rêyên girêdanê bi Şemzînan, Çelê û Şirnexê re jî çêdikin hatin girtin, xebata vekirina rê didome.
 
Li navçeya Sason ya Êlihê jî ji ber sedema berfa zêde rêya 18 gund û 74 mezrayan, li navçeya Hezoyê 8 gund û 10 mezreyan hatine girtin. Xebatên ji bo vekirina rêya 71 gund û mezrayan didome.
 
Li Dêrsimê berfa zêde rêya 278 gunda girtiye, du rojan navber dan dibistanan. Îro aşût ket ser rêya Dêrsim-Erzînganê û rê hate girtin.
 
Li Çewlikê jî ji ber berfa zêde barî komên berfê çêbûn, her wiha xebatên paqijkirinê berdewam dikin.
 
Li Agirî û navçeyên wê ji ber sedema ev bi heftiyane berf lê dibare rêya 102 gunda hate girtin. Li Agiriyê bixwe rêya hinek taxan hêjan nehatiye vekirin, li kolanan qalibên cemedê çêbûne. Barîna berfê herî zêde welatiyan bandor dike, hate ragihandin ku, li cihên bilind stûrahiya berfê gihaye metreyekê.
 
Yek ji bajarên herî zêde ji barîna berfê ya ev hefteyeke lê dibare bandorbûyî Erzirome, li Erziromê jiyan êdî rawestiyaye. Li bajar cemedê rê girtine, heta av jî qerisîne. Barîna berfê ku cih cih li navenda bajar û gunda didome, heya niha rêya 463 gundan hatiye girtin. Ji ber berfa berdewam dibare, hêjmara gundên rêyên wan tên girtin zêde dibin.